Vanspor formayên xwe bi klîpa Kurdî dan nas kirin: Pisîka Wanê jî tê de cih girt

Vanspor FK, di klîpa xwe ya bi zimanê kurdî de ku formayên xwe yên demsala nû pêşkêş kirine, cih da dengbêj û hêmanên çandî yên bajêr. Vê klîpa danasînê li ser torên civakî eleqeyeke berbiçav kişand.

Vanspor Futbol Kulubê, ku endamê Lîga 2. ya TFF’ê ye, piştî klîpa danasîna formayên bi kurdî ya Amedspor’ê, formayên xwe yên demsala nû bi vîdeoyekê pêşkêş kir. Di vê vîdeoyê de cihên dîrokî yên Wanê û pisîka Wanê cih girtin û muzîka kurdî hat bikaranîn. Vanspor, ku bi armanca bidestxistina şampiyoniyê dest bi demsalê kiriye, formayên xwe yên nû bi dirûşmeya “Me Ruhê Wanê Li Xwe Kir, Em Ber bi Şampiyoniyê ve Dimeşin!” bi rêya klîpekê ragihand. Di klîpa kurdî de, li gel cihên xwezayî û dîrokî yên Wanê, pisîka Wanê jî, ku bûye sembola bajêr, derket pêş.

Armanca gihîştina şampiyoniyê

Rêveberiya Vanspor FK di daxuyaniya xwe ya li ser hesabên torên civakî de ev gotin bikar anîn: “Me Ruhê Wanê Li Xwe Kir, Em Ber bi Şampiyoniyê ve Dimeşin!” Wan diyar kir ku formayên demsala 2024-2025’an, ku girêdana Vanspor’ê bi kokên wê ve û dewlemendiyên çandî yên Wanê nîşan didin, li cihên ku şahidiya dîroka bajêr dikin hatine pêşkêşkirin. Her wiha gotin ku di vê demsalê de, ne tenê li qada lîstikê, lê bi van formayan ku ruhê bajêr di xwe de dihewînin, ew ê cudahiyekê biafirînin. Bi rêveberiya nû re armanca wan a sereke diyar kirin: Bidestxistina şampiyoniyê.

Vekirina dikanê û pêşbaziya destpêkê

Rêveberiyê ragihand ku dê di 30’ê Tebaxê de dikanek bi navê Store vebe. Wan hemû alîgir û endamên civaka Vanspor’ê vexwendin ku bi hev re vê coşê parve bikin û bi kirîna van formayan piştgiriya xwe nîşan bidin. Vanspor, ku di demsala borî de bi ferqeke hindik şampiyonî ji dest dabû, dê di pêşbaziya destpêkê ya vê demsalê de roja yekşemê pêşwaziya Derincespor’ê bike. Tê zanîn ku Vanspor piştî qedandina kampa xwe ya amadekariyê li Qeyseriyê, di pêşbaziya amadekariyê ya dawî de Ağrıspor bi encama 4-0 têk biriye. Her wiha hat ragihandin ku Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dê pêşbaziya di navbera Vanspor û Derince Belediyespor’ê de, ku roja yekşemê tê lîstin, ji hesabê xwe yê YouTube’ê bi awayekî zindî weşîne.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.