Tiştên ku divê hûn îro jê agahdar bin (3yê Îlonê 2024)

Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.

Li Stenbolê heft kes ji bo kuştina Hekîm Luqman ê karsaz ê Duhokî hatine binçavkirin. Tê gotin ku Luqman ji ber ku bi Kurdî axiviye hatiye êrîşkirin.

Li Amedê lêgerîna Narîn Guranê ya 8 salî di roja 14’emîn de didomîne. Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Tunç, derbarê girtina apê wê de axivî û got ku ev biryar tedbîr e.

Li herêma erdhejê rewşa neçarî dirêj bû. Sepandina ku ji bo esnaf û bazirganên SGK û bacê hêsanî pêk tîne, dê di 4 bajar û 2 navçeyan de di 30’ê Mijdarê de biqede. Pîşesaz û karsazên Semsûrî yên ku Mehmet Ferît Bînzet ê Medyascope pê re axivî, bi gotina ku ew ji vê biryarê ne razî ne, nerazîbûna xwe nîşan dan.

Reytingên bilind ên maçên Amedsporê bûn sedem ku TRT helwesta xwe ya li hember vê tîmê biguherîne. TRT êdî navê tîmê ne wek “Amed SFK” lê wek “Amedspor” bi kar tîne.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.