Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi rüya Zoomê beşdarî konferans bû. Îlham Ehmed, wisa axivî: Di serî de spasiya we dikim ji bo vexwendina vê konferansa girîng û silavên xwe ji bo hemû beşdarvanan dibêjim, hurmeta xwe nîşan didim. Em ji bo ku aştiyê biaxivin hatin ba hev, ev gelekî birûmet e. Serkeftin ji bo vê xebatê dixwazim.

Ev xebatên ku tên birêvebirin yan jî ev nîqaş û guftûgoyên ku derbarê aştiyê de têne ser ziman gelekî girîng in. Di vî wextî de ku li Rojhilata Navîn û li dinyayê qeyraneke pir giran derbas dibe, şerên pir giran derbas dibin, li gelek deveran kuştin, talan, tunekirin tê birêvebirin, lê li Tirkiyeyê aştî tê nîqaşkirin. Ev mijareke gelek girîng e û em dizanin di serî de Rêber Abdullah Ocalan roleke wî ya sereke û esasî di vê mijarê de hebû ku derfetên wiha dan avakirin.
Spasiyeke pir taybet ji bo ked û hişmendî û sekna wî ya birûmet dişînim. Di tecrîda herî giran de ev pêngav hate destpêkirin. Terefê Tirkiyeyê jî cardin înîsiyatîfek bi rê ve birin û di vî warî de xwestin pêngavekê bi rê ve bibin. Ez vê jî wek helwesteke girîng dibînim. Min xwest ku di vê konferansê de amade bim lê mixabin diyar e ku hîn jî di hişmendiyê de yan jî di biryarbûnê de hîn jî astengî hene ji bo ku em bikarin bi rêbazeke baştir diyalogê bidin meşandin. Em bi hêvî ne ku ev astengî jî dê ji holê rabin da ku em bikarin bi şêwazeke rasttir vê pêngavê bi rê ve bibin. Daxwaza me heye û em bi hêvî ne ku di pêşerojê de em li Tirkiyeyê hevdu bibînin û van diyalogan bi şêwazeke rast bidin meşandin.
SDG Dış İlişkiler Sorumlusu İlham Ahmed, Uluslararası Barış ve Demokratik Toplum Konferansı’na telekonferans yöntemi katıldı@cakir_rusen pic.twitter.com/UHioZdNUAw
— Medyascope (@medyascope) December 6, 2025
Eger îro di hundirê Sûriyeyê de hilweşîneke giştî çênebûbe di vê yekê de rola Rêveberiya Xweser pir sereke ye
Em niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di merheleyeke nû re derbas dibin. Em dikarin bibêjin ku ev merhele ji nû ve avabûna Sûriyeyê ye. Piştî rûxandina rejîma Bees em ketin pêngaveke nû. Ev pêngav pêngava ji nû ve avakirina Sûriyeya demokratîk e, komareke demokratîk e. Heya niha di hişmendiyê de, di nêzîkatiyê de, di prensîban de astengiyên gelek mezin hene. Em wek Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û pêkhateyên civaka esîl a Sûriyeyê di serdema Bees de bêmaf hatin hiştin.
Lê niha derfet çêbûye ku em bikarin Sûriyeyeke nû ava bikin, Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Tê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê di çarçoveya qanûnan de, di çarçoveya destûreke nû a Sûriyeyê de em bi hevdu re bijîn. Ev derfet heye. Pêwîstiya me bi diyalogê heye. Dema ku rejîma Beesê hebû di destpêka şoreşa Sûriyeyê de me di nav xwe de xwe bi xwe wek Ereb, Tirkmen, Suryan, Êzidî, Xirîstiyan her pêkhateya ku li herêmê dijî me bi hevdu re peymanek îmze kir.
Peymana avakirina Rêveberiya Xweser ku jiyana aram, jiyana wekhev, pirrengiya civakê, zimanan, olan, çandan diparêze me di navbera xwe de îmze kir. Her wiha di navenda van mafan de azadiya jinan, wekheviya jinan me karî em biparêzin. Li ser vî esasî di navbera jin û mêran de wekheviyek çêbûye. Nimûneyek wexta ku li herêmên din ên Sûriyeyê şer hebû, qirkirin hebû, çand dihat têkbirin, li herêma me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirin hebû.
Em di rewşên herî zehmet re derbas bûn, gelek êriş li ser me çêbûn. Lê li beranberî wê bi saya vê sîstema ku hatiye avakirin û vê peymana ku di navbera me de hatiye îmzekirin me dikarîbû hem xwe biparêzin, me dikarîbû çanda xwe pêş bixin, me dikarîbû her pêkhateya ku li herêmê dijî bi zimanê xwe bixwîne, dikarîbû di bin garantiya peymanê de ol û baweriya xwe bijî. Eger îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî di hundirê Sûriyeyê de hilweşîneke giştî çênebûbe em bawer dikin rola Rêveberiya Xweser di vê de pir sereke ye.

Aramiya di hundirê Sûriyeyê de tê wateya aramiya di hundirê Tirkiyeyê de
Aramiya di hundirê Sûriyeyê de tê wateya aramiya di hundirê Tirkiyeyê de. Gava ku di hundirê Sûriyeyê de komareke demokratîk, sîstemeke demokratîk, destûreke demokratîk hebe, mafên hemû pêkhateyan tê de bê garantîkirin ev bixwaze nexwaze bandoreke erênî li ser Tirkiyeyê dike û di nav Tirkiyeyê de jî aramî çêdibe. Di vê fikr û raman û sîstemê diyar e ku bandora Rêber Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê heye. Ji bo vê jî eger îro Rêveberiya Xweser di aramiya Sûriyeyê de roleke esasî dilîze rola van fikr û ramanan gelekî heye tê de. Bêyî Kurdên azad, bêyî ku pêkhateyên din mafên xwe bi dest bixin ne mimkun e Sûriyeyeke nû û demokratîk çêbibe.
Ji ber vê yekê ez nîqaşa li ser aştiyê gelekî girîng dibînim. Divê hinek din bi qeneet, bi bawerî, bi îrade ev nîqaş û guftûgo bên kirin. Em wisa dibînin ku ev pêngava ku li Tirkiyeyê dest pê kur bandora xwe rast li ser me jî kir. Şer sekinî. Derfet çêbû ku wek Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê em bi Tirkiyeyê re di nav diyalogê de bin. Çi pirsgirêk hebin bi diyalogê bên çareserkirin. Di navbera me de sînorên vekirî hebin. Ji bo vê bi çavekî pir hişyar, bi mesûliyet em nêz dibin ku di hundirê Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd, meseleya demokratîkbûnê bigihîjin armanca xwe.

Di vê serdema dîrokî de ku herêma Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin rola Tirkiyeyê û Sûriyeyê gelekî girîng e
Fedakariya gelek mezin hat kirin. Salên dirêj xwîn hat rijandin. Dayikên Kurd, dayikên Tirk giriyan. Em hêvî dikin ku dengên ku şer dixwazin kêm bibin. Raya giştî dikare vê rolê bilîze. Hikûmeta Tirkiyeyê dikare vê rolê bilîze. Ragihandina Tirkiyeyê dikare vê rolê bilîze. Ji bo ku piştgiriya aştiyê zêde bibe. Îrade û biryar di destê wan de ye. Ez çima van tiştan ji bo Tirkiyeyê dibêjim, ji bo ku bandora xwe li ser Sûriyeyê jî heye. Di vî warî de divê bi hişyarî bi DEMê re nêzîkbûnek çêbibe, bi pêngava aştiyê re çêbibe.
Eger Rêber Abdullah Ocalan li derve be, ne di tecrîdê de be, karibe hîn baştir rol bilîze, hevalên xwe îqna bike, her wiha raya giştî îqna bike, bi rayedarên Tirkiyeyê re hîn baştir di nav diyalog û danûstendinan de be em bawer dikin ev yek dê pêngava aştiyê, pêngava çareseriyê zûtir bike, bandora xwe baştir bike. Di vê serdema dîrokî de ku herêma Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin rola Tirkiyeyê û Sûriyeyê gelekî girîng e. Gava ku aştî li van her du welatan hebe dê bi giştî aramiyek çêbibe, dê bi giştî çareseriyeke pêş bikeve, demokratîkbûn dê pêş bikeve, dê li Rojhilata Navîn bandora xwe bike.

Em ne alîgirên parçekirina welatan in
Îro ji muhafazakartî zêdetir divê vebûneke baş li ser aştiyê hebe. Bêtir çûn û hatin hebe. Em hez dikin rayedarên Tirkiyeyê li cem xwe bibînin, em jî xwe li Tirkiyeyê bibînin. Ji çekberdanê zêdetir em karibin aştiyê nîqaş bikin. Em ne alîgirên parçekirina welatan in. Ne Sûriye ne xeynî Sûriye. Em dizanin parçekirin bingehên şerên nû vedike. Ji ber ku em alîgirên aştiyê ne em dibêjin jiyana hevbeş ji bo me esas e. Jiyana komunal ku hemû pêkhate Kurd, Ereb, Tirk û Tirkmen û ên din hemû bi hevdu re dijîn. Em jidil ji vêya bawer dikin. Heta niha me ev pêk anî, ji vir û şûn de jî em ê bi israr vê pêş bixînin.
Li ser vî esasî divê her hezkiriyê aştiyê ji bo ku ev pêngav pêş bikeve dengê xwe zêdetir ji bo aştiyê bilind bike. Îro ku behsa aştiyê tê kirin divê xwedî li aştiyê derkevin. Ez ji bo Serokkomarê Amerîkayê jî dibêjim. Madem di her axaftina xwe de dibêje aştî wê demê divê ji bo Tirkiyeyê û Sûriyeyê jî aştiyeke mayînde û heqîqî çêbibe. Destûreke nû a Sûriyeyê bê çêkirin.
Ew dixwazin alîkar bin. Em hêvî dikin dengê wan jî bilind bibe, piştgiriya wan jî xurt bibe. Îro dem ew dem e ku her kesek mesûliyetek bide ser milê xwe û di vê serdema dîrokî de erka xwe bîne cih da ku careke din dayik negirîn, careke din xwîn nerijê, careke din m fersendeke dîrokî ji dest xwe wenda nekin. Divê piştgiriya me ji pêngava aştiyê re gelek xurt be. Ez keda hemû beşdarvanan silav dikim, serkeftinê ji bo konferansê dixwazim. Gelek spas.








