Hejmara nû ya kovara Wêje û Rexne derket. Konsepta vê hejmarê “Pêjnên Wêjeya Kurdî ya Modern ya di Serdema Dawî ya Osmanî de” ye.
Di destpêkê de edîtor wisa dibêje: “Di vê hejmarê de wek hejmarên berê, me hewl da ku em mijareke nû, bi nirxandin û pirsên nû ve têxin nav kelepora wêjeya Kurdî. Di serdema dereng ya Osmanî de hewl û tevgerên modernîzasyona civak, ziman, wêjeya kurdî û niqaşên li ser çapemeniya Kurdî ya wê dewrê mijara me ya sereke ye.”
Hinek gotarên di kovarê de:
“Edebiyat û Asarê Edebî” Hemzeyê Muksî
“Wêjeyeke Cûdaxwaz an Wêjeyeke Perçebûyî? Ömer Faruk Yekteş û Serwet Erdem
“Edebiyata Kurdî ya Modern: Êwra Stenbolê, Çend Kesayet û Berhemên Edebî” Şehmuz Kurt û Zafer Acar
“Wekî Mîrateya Neteweyî Folklor û Kovara Jînê” Dilawer Zeraq
“Xelîl Xeyalî Modern (1864-1946)” Tahir Baykuşak
“Astengên li ber Nivîsîna Tarîxa Edebiyata Kurdî: Pêşkeşkirin, Tasnîfkirin, Qonaxbendî” Farangis Ghaderi
Kovara Wêje û Rexne ji sala 2014’an vir ve ye derdikeve.
Medyascope'un haftalık e-bülteni
Andaç'a abone olun
Editörlerimizin derlediği öngörüler, analizler, Türkiye’yi ve dünyayı şekillendiren haberler, Medyascope’un e-bülteni Andaç‘la her çarşamba mail kutunuzda.
Navên hejmarên heta anihe derketine wisa ne:
1) “Di wêjeyê de (bê)cihûwarî”
2) “di wêjeyê de mirov û diyareyên mirovî”
3) “wêje û sînor”
4) “wêje û travma I”
5) “wêje û travma II”
6)”wêje û sirgûn”
7) “rengvedana salên 90’î di wêjeya kurdî de”
8) “pêjnên wêjeya kurdî ya modern ya di serdema dawî ya osmanî de”