Kerkûka dewlemend a petrolê ya Iraqê, yek ji krîzên siyasî yên herî tevlihev ên dîroka xwe dijî. Bi hilbijartina waliyê nû di 10’ê Tebaxê de, aloziyên etnîkî û olî û bandora hêzên derve ya zêdebûyî, paşeroja bajar ber bi nediyariyê ve dibe. Li Kerkûkê ku ji referandûma serxwebûnê ya 2017’an vir ve cara yekem evqas germ bûye. Mehmet Tatlı, ji bo we di 10 xalan de dosyeya Kerkûkê vekir.
Kerkûk, wek bajarekî ku li bakurê Iraqê cih digire û di dirêjahiya dîrokê de girîngiya wê ya stratejîk qet kêm nebûye, derdikeve pêş. Ev bajar ku Kurd, Ereb û Tirkmen bi sedsalan e tê de bi hev re dijîn, bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên petrolê ne tenê ji bo Iraqê, lê ji bo tevahiya herêmê xwedî girîngiyeke krîtîk e. Struktura etnîkî ya tevlihev a bajar û cîgeha wê ya jeopolîtîk, bingeha krîza siyasî ya îro pêk tîne.
Krîz çawa geş bû: Referandûma Serxwebûnê ya Îlona 2017’an
Piştî Şerê Iraqê yê 2003’yan, rêveberiya bajar bi mekanîzmayên pirralî bi piranî ketibû destê Kurdan. Di sala 2014‘an de, di dema têkoşîna li dijî DAIŞê de, PDK di rêveberiya Kerkûkê de xwedî gotin bû. Heta sala 2017’an ji aliyê PDK’a Mesûd Barzanî ve hat birêvebirin. Lê belê, piştî referandûma serxwebûnê ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (KRG) di sala 2017’an de li dar xist, hikûmeta navendî ya Iraqê dîsa Kerkûk xist bin kontrola xwe. Ji wê demê ve bajar ji aliyê waliyekî wekîl ê Ereb ê Sunnî Rakan Saed el-Cuburi ve, ku ji aliyê Bexdayê ve hatibû tayînkirin, dihat birêvebirin. Ev rewş, bi taybetî ji aliyê komên Kurd û Tirkmenan ve wek pêvajoyeke demkî dihat dîtin û hemû alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku divê çareseriyeke mayînde ji bo paşeroja bajar bê dîtin.
Krîzek ku di lêgerîna çareseriyê de kûr bû: Hilbijartinên Kanûna 2023’yan
Hilbijartinên meclisa parêzgehê yên ku di 18’ê Kanûna 2023’yan de hatin kirin, wek xaleke wergera ji bo paşeroja Kerkûkê dihatin dîtin. Ev hilbijartin, hilbijartinên herêmî yên yekem bûn ku ji sala 2005’an vir ve li bajar hatin kirin û encamên wan careke din struktura etnîkî ya tevlihev a bajar derxist holê. Li gorî encamên hilbijartinê, partiyên Kurd bi tevahî 7 kursî bi dest xistin. Ji van 5 ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), 2 jî ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn. Partiyên Ereb 6 kursî bi dest xistin, partiyên Tirkmenan 2 kursî bi dest xistin. Her wiha, ji kotaya Fileh 1 kursî jî çû namzetekî nêzî YNK’ê. Van encaman nîşan da ku tu komek bi serê xwe nikare piraniyê bi dest bixe û walî hilbijêre. Senaryoya heyî pêvajoya hilbijartina waliyekî veguherand pêvajoyeke danûstandinê ya tevlihev. YNK, wek partiya herî zêde xwedî kursî, daxwaza posta walîtiyê kir, lê komên din pêşniyarên cuda anîn. Mînak, komên Tirkmenan pêşniyar kirin ku posta walîtiyê di navbera her sê komên etnîkî de bi dorê bê parvekirin. Lê belê, di navbera koman de lihevhatinek pêk nehat û ev rewş valahiyek di rêveberiya bajar de çêkir.
Lihevhatina ku di hilbijartina walî de di 10’ê Tebaxê de pêk hat
Di 10’ê Tebaxê 2024’an de, komek endamên meclisa parêzgehê bi pêşengiya YNK’ê li otêla Al-Rasheed a li Bexdayê hatin ba hev û Rebwar Taha wek namzetê walîtiyê destnîşan kirin. 9 endamên meclisa parêzgehê ya 16 kesî beşdarî vê civînê bûn. Belavbûna 9 endamên ku beşdarî civînê bûn bi vî awayî bû: 5 endamên YNK’ê, 3 endamên Ereb û endamek ku ji kotaya Fileh hatibû hilbijartin. Lê belê, ev civîn ji aliyê gelek aliyan ve bi bertekê hat pêşwazîkirin. Komên Tirkmenan, PDK û hin komên Ereb ragihandin ku wan beşdarî civînê nebûne û encamên wê nas nakin. Waliyê wekîl ê berê Rakan Saed el-Cuburi, civîn wek “heqareteke dîrokî li hemberî perçeya Ereb” bi nav kir û ragihand ku ew ê serî li rêyên qanûnî bidin. Bereya Tirkmenan îdîa kir ku civîn li dijî qanûna hilbijartinê ya Iraqê ye.
Gelo waliyê hilbijartî Rebwar Taha dê bikaribe dest bi kar bike?
Li gorî qanûnê, di hilbijartina walî û serokê meclisê de diviya endamê herî pîr serokatî bikira û hemû komên etnîkî bi awayekî adil bihata temsîlkirin. Tirkmenan parast ku ev civîn li gorî van qaydeyan nebûye û ew hatine dûrxistin. Van pêşveçûnan krîza siyasî ya li Kerkûkê hê kûrtir kir û xemên li ser paşeroja bajar zêde kirin.
Medyascope'un günlük e-bülteni
Andaç'a abone olun
Editörlerimizin derlediği öngörüler, analizler, Türkiye’yi ve dünyayı şekillendiren haberler, Medyascope’un e-bülteni Andaç‘la her gün mail kutunuzda.
Ji bo ku Rebwar Taha bi fermî dest bi kar bike, gava dawî ew e ku divê ew “pejirandina” Serokkomarê Iraqê -ku heta niha wek desthilateke sembolîk hatiye bikaranîn- bistîne.
Hewldanên navbeynkariyê yên Serokwezîr Sûdanî bê encam man
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sûdanî, ji bo çareserkirina krîza Kerkûkê hewleke zêde dide. Sûdanî, bi hemû aliyan re hevdîtinên cuda dike û hewl dide lihevhatinekê pêk bîne. Lê belê, ev hewldan heta niha encameke berbiçav neda. Hewldanên navbeynkariyê yên Serokwezîr careke din nîşan da ku çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê çiqas zehmet e. Herçiqas Sûdanî bang li “rêveberiyeke berfireh” li Kerkûkê bi beşdariya hemû aliyan kir jî, nakokiyên kûr û bêbaweriya di navbera komên etnîkî de, pêkanîna vê bangê zehmet dike. Ev rewş nîşan dide ku çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê ne tenê bi dînamîkên herêmî ve, lê belê bi faktorên herêmî û navneteweyî ve jî têkildar e.
Siyaseta Tirkiyeyê ya li ser Kerkûkê:
Tirkiye pêşveçûnên li Kerkûkê ji nêz ve dişopîne û hewl dide ku di şêwekirina krîzê de rolek çalak bilîze. Wek di pêşveçûnên din ên siyasî an leşkerî yên li herêmê de, Enqere ku bi partiya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî PDK re tevdigere, siyaseta wê ya li ser Kerkûkê ne tenê bi parastina mafên nifûsa etnîkî ya Tirkmen sînordar e. Tirkiye di heman demê de armancên stratejîk ên wek kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê yên li herêmê û sînordarkirina bandora PKK’ê jî dişopîne. Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ji bo ewlekariya enerjiyê ya Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke krîtîk e. Ji ber vê yekê, Tirkiye pêşveçûnên li Kerkûkê ji nêz ve dişopîne û hewl dide wan li gorî berjewendiyên xwe şêwe bike. Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, tevgera yekalî ya YNK’ê bi zimanekî tund rexne kir û bang li avakirina “çarçoveyeke berfireh” li Kerkûkê kir. Tirkiye, bi taybetî bi piştgiriya komên Tirkmen û hevkariya bi PDK re, armanca zêdekirina bandora xwe ya li herêmê dişopîne. Hevkariya bi PDK re wek beşek ji stratejiya parastina berjewendiyên herêmî û misogerkirina ewlekariya enerjiyê ya Tirkiyeyê tê dîtin.
Dema ku bandora Îranê li bajar zêde dibe krîz navneteweyî dibe
Ji aliyê din ve, Îran jî pêşveçûnên li Kerkûkê ji nêz ve dişopîne û bi taybetî bi rêya milîsên Şî’e hewl dide qada xwe ya bandorê berfireh bike. Tê dîtin ku Îran û YNK di gelek mijarên herêmî de di heman fikrê de ne. Hebûna Îranê li herêmê û îhtimala ku ew bandora xwe bi rêya YNK’ê li Kerkûkê zêde bike, hêzên herêmî yên din ên wek Tirkiye û DYA’yê jî dixe tevgerê. Ev rewş, Kerkûkê ne tenê dike beşek ji siyaseta hundirîn a Iraqê, lê belê dike beşek ji têkoşîna hêzên herêmî jî. Bandora Îranê li Kerkûkê, bi taybetî bi rêya komên Tirkmenên Şî’e û hin partiyên Ereb xwe nîşan dide. Ev rewş, hevsengiyên siyasî yên li Kerkûkê hê zêdetir tevlihev dike û pêvajoya çareseriyê zehmet dike. Her wiha, bandora Îranê ya li herêmê, siyasetên Tirkiye û DYA’yê jî şêwe dike û nêzîkatiyên van welatan ên li hember Kerkûkê bandor dike.
Guhertinên demografîk ên li Kerkûkê
Struktura demografîk a Kerkûkê di salên dawî de guhertinên girîng derbas kir. Rayedarên Kurd îdîa dikin ku ji sala 2017’an vir ve li bajar siyaseteke erebkirinê tê meşandin, lê rayedarên Ereb û Tirkmen îdîa dikin ku di navbera salên 2003-2017’an de Kurdan siyaseteke wisa meşandine. Ev îdîa, xemên ku struktura demografîk a bajar ji bo armancên siyasî tê manipulekirin, zêde dike. Serjimaiya giştî ya Iraqê ya ku tê plankirin ku di meha mijdara sala 2024’an de bê kirin, van nîqaşan hê zêdetir geş dike. Rayedarên Kurd diparêzin ku serjimariyeke ku di şertên heyî de bê kirin, dê ji bo nifûsa Kurd tehdîdek be. Ev rewş krîza siyasî ya li Kerkûkê hê zêdetir tevlihev dike û pêvajoya çareseriyê zehmet dike.
Derbarê pêşeroja krîzê de
Di encamê de, pirsgirêka hilbijartina waliyê Kerkûkê, ji ber struktura etnîkî ya aloz a bajar, çavkaniyên wê yên dewlemend û girîngiya wê ya jeopolîtîk, ji mijarek îdarî ya sade derbas bûye û bûye pirsgirekeke herêmî û navneteweyî. Bandora Tirkiyeyê ya zêdebûyî, mudaxeleyên Îranê bi rêya pêwendiyên xwe, helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û nêzîkatiya hikûmeta navendî ya Iraqê ya têrnekirî, wek faktorên bingehîn ên ku dê di pêşerojê de pêşeroja Kerkûkê teşe bikin xuya dikin. Ji bo ku Kerkûk bigihîje îstîqrarê, divê hemû alî di nav lihevhatinê de tevbigerin û mudaxeleyên derve sînordar bibin. Tenê bi vî awayî modeleke rêveberiyê ya adil û domdar ku mafên hemû komên etnîkî yên bajêr diparêze dikare were avakirin. Di rewşeke berevajî de, pirsgirêka Kerkûkê dê ne tenê ji bo Iraqê, lê ji bo îstîqrara tevahiya herêmê wek hêmanek tehdîdker berdewam bike.