Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.
Festîvala Fîlman a Venedîkê ya herî kevn a cîhanê, îro (28’ê Tebaxê 2024) destpê dike. Festîval, ku dê heta 7’ê Îlonê bidome, îsal amade ye ku stêrkên herî geş ên Hollywoodê pêşwazî bike. Ma gelo kîjan fîlm dê di Festîvala Fîlman a Venedîkê de pêşbaziyê bikin? Kî di juriyê de ne? Medyascope ji bo we dosyeyeke berfireh a Festîvala Fîlman a Venedîkê amade kiriye
Li gorî nûçeya Caner Aktan ji Munzur Pressê, cudahiya di navbera wêneyên peykê yên sala 2008 û meha Tîrmehê ya 2024an de rewşa avahîsaziyê ya li Navenda Dêrsimê eşkere kir. Tê texmînkirin ku di nav 5 salan de li Taxa Ataturkê (Sihenk) dê cihê ku avahî lê bên avakirin nemîne.
Li gorî nûçeya Mehmet Ferit Binzet a ji Medyascopeyê, li Semsûrê (Adıyaman) hejmara dozên jihevveqetînê piştî erdhejê zêde bû û dîwana dadgehê têrê nekir. Piştî erdhejên 6’ê Sibatê, ji ber zêdebûna dozên jihevveqetînê û pirsgirêkên malbatî, avakirina Dadgeha Malbatê ya 3’yemîn hat rojevê. Parêzera Navenda Mafên Jinan a Baroya Semsûrê İlknur Tel got ku erdhejê guherînên mezin di avahiya malbatê de çêkirine.
Li roja duyemîn a Festîvala Xweza, Çand û Bawerîyê ya Gimgimê, gund hatin serdankirin. Di serdanan de peyamên yekîtîyê hatin dayîn û bang hate kirin ku ji bo jîyandina bawerîya Elewîtîyê li hember hemû zextan têkoşîn bê kirin.
Fîlmê “Messi yê Bexdayê” yê derhênerê kurd Sehim Umer Xelife, ji bo oskarê di beşa “fîlmê navneteweyî yê dirêj” de wek berendamê Iraqê hate hilbijartin. Saziya Sînema û Şanoyê ya girêdayî Wezareta Çandê ya Iraqê ragihand ku fîlm hemû mercên pêwîst ji bo vê xelata bi rûmet pêk aniye û ji aliyê komîteyeke serbixwe ve hatiye hilbijartin.