IDFA: Belgefîlma “Dil Leyla” dê bê nîşandan

29. IDFAya ku bi dirêjiya xwe Mîhrîcana Belgefilîman a Nawnetewî ya li payîtexta Holendayê, Amsterdamê tê saz kirin îsal dê di navbera 16 û 27ê Mijdarê pêk were.

Ji Tirkiyê jî hinek belgefilîm dê beşdarî vê çalakiya sînemayê ya di Ewropa û cîhanê balê dikşîne ser xwe bibin û bernameyên mîhrîcanê  gelek dewlemend in.

Belgefilîmekî balkêş a beşdarî mîhrîcanê dibe Dil Leyla ye. Belgefilîm ji aliyê Asli Ozaslan ve hatiye derhênandin û li Elmanyayê hatiye çêkirin. Belgefilîma Dil Leylayê di mîhrîcana li Amsterdamê promiyera xwe kir.

Mijara belgefilîmê jiyana Leyla Îmretê ye, lê her wiha behsê bûyer û rûdanên piştî operasyon û dorpêçkirina li Cizîrê qewimîne jî dike. Wek tê zanîn Îmret şaredarê Cizîrê bû, paşê ji kar hat avêtin û ji dêvla wê wek şaredar yekî din hatibû tayîn kirin.

Leyla Îmret di sala 1987an de li Cizîrê hatiye dinyayê û paşê jî derbasî Elmanyayê bûye. Bi temenê xwe 26ê li Tirkiyê bibû şaredara herî ciwan û her wiha Îmret bibû yekem şaredara jin a Cizîrê.

Belgefilîm di şeva 19ê Mijdarê de li sînemaya Pathé Munt 12ê hat nîşandan û derhêner jî beşdarî çalakiyê bû. Çalakiyê gelek bal kişand ser xwe û dê belgefilîm li Amsterdamê heta 26ê Mijdarê li eywanên Tuschinski û Podium Mozaïkê bê nîşan dan.

Her wiha dê di mîhrîcanê de belgefilîma Radyo Kobanî ya ku qala rojnamegerekî bi navê Dilovan dike jî bê nîşandan. Dilovan piştî rizgarkirina Kobaniyê li wir dixwaze li gel hevalê xwe Bîter radyoyekê saz bike û em di belgefilîmê de dîmenên Kobaniyê û rûdanên qewimîne dibînin.

Belgefilîma Rêber Doskyê a bi navê Keçên Êzidî, filîma Zahavî Sencavî ya bi navê Veger û ya Angelos Rallis a bi navê Şengal, Tu Li Ku yî? jî dê bê nîşandan.

Ji bo agahîyên berfireh lînkê bitikînin

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.