Deriyên Walîtiya Amedê piştî 6 salan ji Amedsporê re vebûn

Li gorî nûçeya Ferît Aslan a ji Medyascopê, deriyên Walîtiya Amedê, ji bo Amedspora ku îsal di Lîga 1. a TFFyê de pêşbaziyê dike, piştî tam şeş salan vebûn. Walî Zorluoglu, soza piştgiriyê da Serok û rêveberiya Amedsporê.

Amedspora ku heta îro di deplasmanan de rastî cudakariyê hatibû û carinan bûbû armanca êrîşên fîzîkî jî, sala borî piştî 11 salan bû qehreman û cara yekem di dîroka xwe de derket Lîga 1. a TFFyê.

Li Amedê, ji bo Amedspora ku heşt sal in bi piştgiriya rêxistinên civaka sivîl û karsazên Amedê xebatên xwe didomîne, piştî tam şeş salan cara yekem deriyên Walîtiya Amedê vebûn.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldi û endamên encumena rêveber, çûn Walîtiya Amedê û serdana Murat Zorluogluyî kirin. Di hevdîtina ku tê gotin gelek erênî derbas bûye de, hat zanîn ku Walî Zorluoglu soza piştgiriyê daye daxwazên Amedsporê.

Amedsporê dê bikaribe bi SMSyê alîkarî kom bike

Walîtî berê daxwazên klubê yên ji bo komkirina piştgiriyê bi rêya SMSyê red dikir. Hat ragihandin ku Walî Zorluoglu soza piştgiriyê di vî warî de daye Amedsporê û gotiye ku divê klub serîlêdanên pêwîst bike. Bi vî awayî tê pêşbînîkirin ku Amedspor dê ji aliyê aborî ve jî rehet bibe.

Walî dê cara yekem were maçê

Ji aliyê din ve hat zanîn ku Waliyê Amedê Murat Zorluoglu dê maça ku Amedspor vê hefteyê li malê dike û Serokê TFFyê Îbrahîm Haciosmanoglu jî dê bişopîne, temaşe bike.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.