Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.
Di salên dawî de, Kurdistan Chronicle bi portretên xwe yên girîng navdar bûye. Vê carê, di Kurdistan Chronicle de portreta Balla Ahmed, hunermendeke ciwan, bi îmzeya Shamal Saadullah hatiye weşandin. Ev portret balê dikişîne ser kariyera vê hunermenda pêşeng a ku qada hunerî ya Hewlêrê saz dike.
Li Amedê, xebatên lêgerîna Narîn Gûran a heşt salî ya ku di 21’ê Tebaxê de winda bûye, heşt roj in bêrawestan didomin. Dema ku tîmek ji nêzîkî du hezar kesan pêk tê li çiya, kevir û çeman li Gûran digere, Fermandarê Cendirmeyên Parêzgeha Amedê Tûmgeneral Selçûk Yildirim cara yekem derket pêşberî kamerayan û ragihand ku kesek hatiye binçavkirin û got “Çember teng dibe”.
Li navçeya Sêwregê ya Rihayê di navbera malbatên hev de şerê biçekan derket. Di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn. Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirin.
Amedspor, di Koma Sor a Lîga 2. ya TFFê de bûbû şampiyon û piştî navbereke 11 salan derketibû Lîga 1. a Trendyolê. Lê belê nûnerê Amedê dest bi sezonê gelek xerab kir. Tîma Ersun Yanal, di dawiya 3 hefteyan de gol neavêtîye.