“Ez mirovekî têkoşînê me”: 40 salên bê “Qralê Kirêt”

Derhênerê ku digot “Ez mirovekî têkoşînê me. Sînemaya min jî sînemaya têkoşîna rizgariya gelê min e”, Yılmaz Güney, berî 40 salan çû ser dilovaniya xwe.

Yılmaz Güney (Yılmaz Pütün), ku wek “Qralê Kirêt” ê sînemayê dihat naskirin, bi lîstikvanî û fîlmên xwe hemû tişt guherand. Güney, ku perspektîfa şoreşgerî û rastiya civakî anî sînemaya Tirkiyeyê, wek kurê malbateke Kurd sala 1937an li Edanê ji dayik bû. Güney, di dema xwendina zanîngehê de li Stenbolê dest bi karê sînemayê kir.

Sala 1959an, wî hem senaryoya fîlmên “Zarokên vî welatî” û “Xezala Ala” yên Atıf Yılmaz nivîsî, hem jî di wan de lîst. Li derveyî sînemayê, wî ji bo kovarên wek “Asoyên Nû” û “Sêzdeh” çîrok nivîsîn. Çîrokên Güney bûn sedema darizandina wî bi propagandaya komunîzmê. Ji ber nivîsên xwe 18 meh di girtîgehê de ma.

Piştî ku ji girtîgehê derket, demekê fîlmên macerayan kişand. Di van fîlman de, bi taybetî berxwedana kesên bindest û bêqîmet li hember desthilatdariyê anî ser perdeyê.

Salên girtîgehê û koçberiyê

Güney, sala 1971ê ji ber ku Mahir Çayan, Serokê THKPC, û hevalên wî li mala xwe veşartibû, 2 sal cezayê girtîgehê stand. Di demên ku di girtîgehê de ma de hat koçberkirin. Piştî ku ji girtîgehê derket, nêrîna Güney a li ser sînemayê guherî. Êdî wî bêtir mijarên civakî bi perspektîfeke şoreşgerî anîn ziman û fîlma xwe ya herî navdar “Heval” kişand.

Heman salê, dema ku li Yumurtalık a Edanê fîlma “Endîşe” dikişand, ji ber kuştina dadwerê navçeyê Sefa Mutlu hat darizandin. Di 13’ê Tîrmeha 1976an de 19 sal ceza stand. Piştî pênc salan, dema ku bi destûr ji girtîgehê derket, reviya. Güney, ku rojekê bi destûr ji girtîgehê derketibû, ji navçeya Kaş a Antalyayê çû girava Meis a Yewnanistanê. Ji wir, piştî ku çend welat gerandin, li Fransayê bi cih bû. Güney, di dema ku li Ewropayê bû de jî bê navber karê xwe domand.

12 salên wî di girtîgehê de derbas bûn

Güney, ku bi berhemên xwe li hundir û derveyî welêt deng veda, di 114 fîlman de lîstikvanî, di 26 heban de derhênerî, di 15 heban de berhemhênerî û di 64 heban de jî senaryonivîsî kir. Güney, ku derhêneriya fîlmên wek “Dîwar” û “Kerî” kir, bi fîlma “Rê” xelata Palmiye ya Zêrîn a Festîvala Fîlman a Cannes’ê stand û di wateya gerdûnî de jî serkeftina xwe zêdetir kir.

Güney, ku 12 salên jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir, di 9’ê Îlona 1984an de li Parîsê, cihê ku salên xwe yên koçberiyê derbas kiribû, ji ber penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da.

Axaftina Güney a ku çend meh beriya mirina xwe li şahiya Newrozê ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kiribû, kurteya tiştên ku wî di jiyana xwe de parastibûn bû. Güney di axaftina xwe de behsa cihê têkoşîna gelê Kurd di jiyana xwe de dikir. Güney, ku bal dikişand ser wê yekê ku Newroz ji bo gelê Kurd roja berxwedanê li hember zilmkar û zilmê û roja azadiyê ye, di axaftina xwe ya ku hê jî hêviyê dide dilan de wiha digot:

“Heta îro, ji bo van armancan gelek qurban hatin dayîn. Dê hîn bên dayîn jî. Em dizanin ku serkeftin bê qurban ne mimkun e. Divê em xwîn û agir qebûl bikin. Em dipirsin: Gelo mimkun e ku mirov dilekî bi vî qasî bi biryar û bawerî tijî bê deng bike? Gelo mimkun e ku mirov gelekî bi vî qasî bi biryar û fedakar bitirsîne û bide teslîmgirtin? Qet na!

Êş, zext, xizanî, xwîn û hêsir ne qedera gelê Kurd e. Em vê qederê nas nakin. Em naxwazin zarokên welatekî kolonî bin ku ji her alî ve hatiye dagirkirin. Em dixwazin zarokên Kurdistaneke serbixwe, demokratîk û yekbûyî bin. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evîn û azadiyê bibêjin.

Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe biafirînin û ji nû ve ava bikin. Em dixwazin li welatê xwe, di bin ala xwe de, azad û serbixwe bijîn. Em dîsa ji bîr nakin ku berjewendiyên karker û kedkarên Kurd, Tirk, Ereb û Ecem di avakirina dewletên xurt de ne. Dîsa em dizanin ku bê afirandina mercên yekitiya dilxwazî ev xeyal e.

Îro armanca wan kesan e ku li beşên cuda yên Kurdistanê, li çiya û newalan, di zîndanên faşîst de li dijî zext û zilma dagirkeran bi diranên xwe şer dikin û bi şerkirinê dimirin. Em bi hemû dilê xwe silav li wan dikin. Hemû hevalên ku di vê rêyê de bûne şehîd di dilê me û têkoşîna me de dijîn û dê bijîn. Çi xweş e ji wan re ku bi berxwedanê mirin û bûn agirên meşaleya serxwebûnê. Çi xweş!

‘Em ê Bi Temamî Bi Ser Bikevin’

Hevalno, hûn tînin bîra xwe, di şahiya sala borî de ku ji bo avakirina Enstîtuya Kurdî hatibû lidarxistin, min gotibû ku enstîtu ne di xizmeta vê an wê komê de ye, lê saziyeke zanistî ye ku di xizmeta hemû neteweya Kurd de ye. Xebat û pratîka salekê gotinên min piştrast dike. Bila her kes baş bizane ku Enstîtuya Kurdî dê her dem taybetmendiya xwe ya serbixwe û xweser û avahiya xwe ya demokratîk biparêze.

Ew tu car nakeve dafika nakokiyên siyasî yên bêkêr û polemîkan. Divê hûn jî enstîtuyê wek çavê xwe biparêzin, xebatên wê ji nêz ve bişopînin û piştgiriya wê bikin. Enstîtu şitileke tova serxwebûnê ye û encama têkoşîna ku neteweya Kurd heta îro meşandiye ye. Pêşveçûn û xurtbûna wê girêdayî hewldanên we ye.

Em ê li dora enstîtuyê kom bibin, li gorî hêza xwe beşdarî bicîanîna erkên ku enstîtuyê daniye pêşiya xwe bibin. Em ê bizanin ku têkoşîna serxwebûnê yek e. Carinan du rêzên nivîsê yên ku rastiyê dibêjin, fikreke baş, qîrîniya straneke ku dilan radike ser piyan, mîzrabeke ku li sazê dixe, ji bombeya atomê jî xurttir e.

Ji ber vê yekê, divê em di her qada jiyanê de bibin şervanên baş, şervanên serkeftî û wan perwerde bikin. Divê em saza xwe baş, pir baş lêxin… Divê em baş, pir baş stranan bibêjin… Divê em wêneyên baş, pir baş çêkin…

Divê em çîrokên baş, helbestên baş, romanên xurt binivîsin… Divê em zanyarên xurt, dîplomatên baş û teknîsyenên jêhatî perwerde bikin. Divê destê me hem qelem, hem makîne û hem jî çek baş bigire. Carinan divê saza me bibe çek, carinan jî çekê me bibe saz. Em baş dizanin ku eger em stranên herî baş, gotinên herî rast di cihê xwe de bi kar bînin, ew ê wek guleyekê biteqin.

Çiya, deşt û çemên me li benda me ne. Em naxwazin hemû temenê xwe li xerîbiyê derbas bikin û stranên xerîbiyê bibêjin. Em gelekî ne ku bi mêrxasiya xwe destan nivîsîne û xwedî wê hêz û biryarê ne ku hemû dijwariyên li pêşiya me binpê bikin. Demokratên şoreşger ên Tirk, Ecem û Ereb, wek parêzvanên herî dilsoz ên mafê çarenivîsa gelê Kurd, beşek ji vê têkoşînê ne û li dijî dijminê hevpar şer dikin.

Biratiya çînî ya çînên bindest yek ji çekên me yên herî xurt e. Bila her kes, dost û dijmin, bizane ku em ê bi ser bikevin, em ê bi temamî bi ser bikevin…

Jiyana wek koleyekî ne baştir e ji mirina wek şervanekî azadiyê. Bijî Kurdistana serbixwe, yekbûyî û demokratîk… Bijî biratî û piştgiriya gelên Kurd, Tirk, Ecem û Ereb…”

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.