Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.
Biryara Dadgeha Destûrî ya Bilind (AYM) derbarê îtiraza li ser jêbirina endamtiya parlamentoyê ya Can Atalay, parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) yê Hatayê, di Rojnameya Fermî de hat weşandin. AYM ragihand ku jêbirina endamtiya parlamentoyê ya Can Atalay betal e.
Piştî ku biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin, parêzerên Atalay îro serî li Dadgeha Cezayê ya Giran a 13’emîn a Stenbolê dan. Parêzer Deniz Özen got, “Ti bingeheke yasayî ya girtina Can Atalay di girtîgehê de tune ye. Ev ‘rewşeke de facto ye’. Bi gotineke din, li gorî AYM’ê re, girtina Can Atalay di girtîgehê de ne ‘binçavkirin’ an ‘cezakirineke’ yasayî ye, lê rewşeke dîlgirtinê ye.”
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Özgür Özel, di serdana xwe ya Burdurê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Özel derbarê biryara AYM’ê ya li ser Can Atalay de axivî û got, “Helwesta destpêkê ya Serokê Meclisê rast bû, lê paşê zîvirî û ev biryara ne yasayî xwend. Diviyabû nexwenda, lê xwend. AYM jî biryara xwe da ku ev ‘betal e’. Divê ev biryar di cih de bê xwendin. Dê Meclis di 15’ê Tebaxê de bicive. Roja ku bicive, divê Serokê Meclisê vê biryara ku AYM’ê betal dîtiye bixwîne.”
Özel got ku divê Can Atalay bê derengî bê berdan û di Meclisê de sond bixwe.
Bedirhan Şener, kurê Abdüllatif Şener ê wezîrê berê, doh li Enqereyê dapîra xwe rehn girt û bi çekê kuşt. Dema ku Bedirhan Şener hat binçavkirin, Abdüllatif Şener jî derketibû kuçeyê û alîkarî ji polîsan xwestibû. Abdüllatif Şener got ku kurê wî pirsgirêkên psîkolojîk hene.
Piştî kuştina dapîra xwe Leyla Çetiner, Bedirhan Şener hat şandin nexweşxaneya derûnî û esebî ya ewlehiya bilind.
Li Amedê pênc kesên ku tê îdiakirin di dema govendê de dirûşmeyên di lehê serokê PKK’ê Abdullah Öcalan de dane, hatin binçavkirin. Walîtiya Amedê ragihand ku operasyon berdewam e û biryara binçavkirinê ya ji bo du kesên gumanbar heye.
Di demekê de ku dengvedana kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye li paytexta Îranê Tehranê berdewam dike, Îsraîlê ragihand ku serokê beşa leşkerî ya Hemasê, Tîpên Îzzeddîn El Qessamê, Muhammed Deif, hatiye kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, piştî êrişên ku welatê wî li ser paytextên Îran û Lubnanê, Tehran û Beyrûdê pêk anîn, cara yekem axivî. Netanyahu di axaftina xwe ya televîzyonî de ji neteweya xwe re got ku wan derbeyeke giran li dijminên Îsraîlê xistine û wiha got: “Xwîn ji serê her kesê ku zarokên me, hemwelatiyên me bikuje û êrişî welatê me bike dê biherike.”
Medyascope'un günlük e-bülteni
Andaç'a abone olun
Editörlerimizin derlediği öngörüler, analizler, Türkiye’yi ve dünyayı şekillendiren haberler, Medyascope’un e-bülteni Andaç‘la her gün mail kutunuzda.
Piştî îdiayên ku gelek siyasetmedar û rojnamevanên muxalif ên ku li Rûsyayê girtî ne ji girtîgehên xwe ber bi cihên nenas ve hatine veguhastin, di navbera Amerîka û Rûsyayê de lihevhatineke mezin a guherîna dîlan pêk hat. Balafira ku dîl ji Rûsyayê dianîn ji bo pêkanîna guherînê li Enqereyê danî. Ev lihevhatin, ku tê de 26 dîl ji 7 welatan hatin guhertin, wek mezintirîn guherîna dîlan di navbera Rûsya û Rojavayê de ji Şerê Sar û vir ve derbas bû dîrokê.
Serokê Hizbullahê Hesen Nesrullah, bi rêya vîdeo konferansê beşdarî merasîma cenazeyê fermandarê ku di êrişa hewayî de li Beyrûdê hatibû kuştin, Fuad Şukru bû û axivî. Nesrullah diyar kir ku bersivdana mirina Fuad Şukru nayê paşguhkirin û got ku çareseriya yekane ya aloziya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bidawîkirina şerê li Xezeyê ye.