Tiştên ku divê hûn îro jê agahdar bin (13yê Tebaxê 2024)

Edîtorên Medyascope ji Tirkiyeyê heta cîhanê nûçeyên girîng ên rojê ji bo we berhev kirin.

Li Eskişehirê, Arda K. yê 18 salî, bi kasketê li serê xwe, balta li navtengê, maskê li rûyê xwe û cilên êrîşê li xwe, pênc kesên ku li bexçeyê çayê rûniştibûn, bi kêrê birîndar kir. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku Arda K. hatiye girtin.

Li gorî nûçeya Ferît Aslan a ji Medyascopê, deriyên Walîtiya Amedê, ji bo Amedspora ku îsal di Lîga 1. a TFFyê de pêşbaziyê dike, piştî tam şeş salan vebûn. Walî Zorluoglu, soza piştgiriyê da Serok û rêveberiya Amedsporê.

Kerkûka dewlemend a petrolê ya Iraqê, yek ji krîzên siyasî yên herî tevlihev ên dîroka xwe dijî. Bi hilbijartina waliyê nû di 10’ê Tebaxê de, aloziyên etnîkî û olî û bandora hêzên derve ya zêdebûyî, paşeroja bajar ber bi nediyariyê ve dibe. Li Kerkûkê ku ji referandûma serxwebûnê ya 2017’an vir ve cara yekem evqas germ bûye. Mehmet Tatlı, ji bo we di 10 xalan de dosyeya Kerkûkê vekir.

Di nav rewşeke aloz de, Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Rebwar Taha wek Waliyê nû yê Kerkûkê pejirand, tevî nerazîbûna hinek aliyan.

Li serê Çiyayê Nemrûdê yê ku wek mucîzeya 8’emîn a cîhanê tê zanîn û di lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de cih digire, dê konserek bê lidarxistin. Çiyayê Nemrûdê ku bi bilindahiya xwe ya 2 hezar û 206 metreyan wek mûzeya herî bilind a vekirî ya cîhanê tê dîtin, dê bibe şahidê cejneke hem dîtbarî hem jî bihîstbarî di nav peykerên qral û xwedayan ên mezin de, bi rojavabûn û rojhilatbûna rojê re.

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.