Li gor rapora Meclîsa İSİGê, di meha Tebaxê de 179 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. 9 ji van zarok bûn. Di 8 mehên yekem ên îsal de hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt kêmanî 1201 kesan.
Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Karkeran (İSİG) rapora qezayên kar a meha Tebaxê eşkere kir. Di vê mehê de herî kêm 179 karker di qezayên kar de mirin. Di 8 mehên yekem ên îsal de hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt kêmanî 1201 kesan.
Zêdebûna mirina zarok û karkerên ciwan
Di meha Tebaxê de herî kêm 7 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan. Mirina zarokan di karên wekî cotkariya demsalî, şivanî, xwedîkirina sewalan, avahîsazî û karkeriya otêlan de zêde bû. Meclîsa İSİGê bal kişand ser zêdebûna mirina zarokên karker û ragihand ku di demek nêzîk de raporeke berfireh li ser karkeriya zarokan dê were weşandin.
Mirina karkerên ciwan ên di temenê 18-25 salî de jî zêde dibe. Ev mirin bi taybetî di karên wekî pîşesazî, avahîsazî, moto kuryelîk, cotkariya demsalî û karê li kolanan de zêde dibin. Pîşesazî îsal bû beşa ku herî zêde zêdebûn di qezayên kar de nîşan da.
Karên bêrêxistin û bêewle dîsa pêşeng in
Meclîsa İSİGê diyar kir ku di meha Tebaxê de herî zêde mirin di karên bêewle û bêrêxistin ên wekî avahîsazî, cotkarî û veguhestinê de çêbûne. Di heman demê de di karê kanê de jî li bajarên wekî Zonguldak, Muğla, Mêrdîn, Osmaniye û Kütahyayê qezayên kar çêbûne. Li tersaneyan jî mirina karkeran çêbû; li Aliağa, Tuzla û Yalovayê qezayên kar hatin raporkirin. Moto kurye jî di rêjeya mirinan de bala mirov dikişînin; îsal hejmara mirina moto kuryelan gihîşt 37an.
Mirinên ku bi tedbîrên hêsan dikarîbûn bêne astengkirin
Di raporê de hat destnîşankirin ku mirina karkeran bi tedbîrên hêsan û bi lêçûneke kêm dikarîbû bihata astengkirin. 41 karker ji bilindahiyê ketin û mirin, 28 ji van di beşa avahîsaziyê de bûn. Dîsa 15 karker ji ber şoka elektrîkê jiyana xwe ji dest dan, 6 ji van di avahîsaziyê de bûn. Hat diyarkirin ku ev mirin nîşaneya eşkere ya bêtedbîrî, bêçavdêrî û bêrêzikiyê ne.
Mirinên karkerên ku tên veşartin
Di raporê de cih hat dayîn xwekuştinên li cihê kar û mirinên karkerên ku tên veşartin jî. Di nav van mirinan de bûyera Sibel Turan a Mamosteyê Zimanê Tirkî û Edebiyatê li Stenbolê ku li salona konferansê qeza derbas kir, xwekuştina mamosteyek ducanî li Malatyayê ji ber ku peymanê wê nehat nûkirin û xwekuştina karkerek şaredariyê li Aydin Didimê ku du meh beriya teqawîdbûna xwe hat şandin rêveberiya park û baxçeyan, wek mînakên balkêş cih digirin.
Çavkanî: İSİG