“Ne ez, bila ew şerm bikin”: Jinek ku li Fransayê bû sembola têkoşînê li hember tecawizkarên xwe

Li Fransayê, dozeke tecawizê ya komî ku 81 kes tê de beşdar bûne, welat hejand. Ev doz, ku ji sala 2020’an ve didome, li ser daxwaza qurbanî Gisèle Pélicot hat eşkerekirin. Mêrê Gisèlê, Dominique Pélicot, di nav deh salan de hevjîna xwe bêhiş dikir û dida tecawizkirin ji aliyê bi dehan mêran ve. Wî ev bûyer tomar jî dikirin.

Gisèle Pélicot

Jiyana Gisèle Pélicot çawa guherî?

Gisèle Pélicot li başûrê Fransayê teqawitiya xwe didomand. Lê di 2’yê Mijdara 2020’an de, bi telefoneke ji polîs, jiyana wê serûbin bû. Mêrê wê Dominique Pélicot, di 12’ê Îlona 2020’an de, ji ber ku li cihên giştî wêneyên bin kirasê jinan kişandibû, hatibû girtin.

Gisèle her dem mêrê xwe wek “mirovekî bêhempa” bi nav dikir. Li gor wê, Dominique bavekî baş, kalepîrekî dilovan û welatiyekî rast bû.

Rastiya trajîk

Dema ku polîs li ser wêneyên binê kirasê jinên din lêkolîn dikir, di komputera mêrê wê de bi hezaran pelên ku tê de wêneyên Gisèle hebûn, dîtin. Bi vî awayî Gisèle fêm kir ku Dominique, mêrê ku 50 sal e pê re bû, di nav deh salan de ew bêhiş kiriye û daye tecawizkirin ji aliyê mêrên din ve. Di van vîdeoyan de, Gisèle li ser nivîna xwe bêhiş radiza, û mêrên ku mêrê wê bi rêya înternetê pê re têkilî danîbûn, dest dirêjî wê dikirin. Gisèle tu tişt ji van bûyeran bi bîr nedianî.

Caroline Darian û Gisele Pélicot

Piştgiriya keça wê

Piştî ku ev yek hîn bû, Gisèle di sala 2020’an de li dijî mêrê xwe doz vekir. Ew di derbarê vê dozê de, ku çar sal in didome, demeke dirêj bêdeng ma.

Lê keça Gisèle, Caroline Darian, biryar da ku ji bo dozê neyê jibîrkirin têbikoşe. Wê li Fransayê pirtûkek li ser zordariya kîmyewî (bêhişkirina bêagahî) nivîsî û hevpeyvîn dan çapemeniyê.

Caroline Darian, piştî ku hîn bû çi hatiye serê dayika wê, guman kir ku dibe ku bavê wê destdirêjî wê jî kiribe. Wê komeleyek bi navê “Min Ranezîne” ava kir ji bo têkoşîna li dijî zordariya kîmyewî.

Dema ku Gisèle û parêzerê wê ketin salona dadgehê…

Gisèle biryar dide ku têbikoşe: “Divê şerm alî biguherîne”

Li Fransayê, bi gelemperî ev celeb doz veşartî tên meşandin. Dadgeh tedbîran digire da ku parastina taybetiya qurbanî bike.

Lê Gisèle, piştî ku ji mêrê xwe veqetiya, daxwaz kir ku doz ji raya giştî re vekirî be. Bi vê daxwazê, rojnamevan dikarin her hûrgiliyê di salona dadgehê de qeyd bikin.

Parêzerê Gisèle got, “Divê şerm alî biguherîne” û girîngiya dîrokî ya vê dozê diyar kir. Gisèle li ber dadgehê axivî û got: “Ez vê têkoşînê li ser navê hemû jinên ku nikarin dengê xwe bilind bikin, dikim. Bila ne ez, ew şerm bikin.”

Çapemenî li dozê xwedî derket

Wekî ku keça Gisèle Caroline pêşbînî kiribû, doz bala medyaya global jî kişand. Helwesta Gisèle bû sembola “têkoşîna li dijî şermê” ji bo qurbaniyên tecawizê. Rojnamevan Hélène Devynck got ku divê ev bûyer bibe mijarek siyasî û bala xwe kişand ser zordariya patriarkal a ku qewimiye.

Komeleyên femînîst ên li seranserê Fransayê, wêrekiya Gisèle pesinandin û her roj li ber deriyê dadgehê piştgirî didin wê. Berdevka komeleya “Ji Femînîzmê Netirsin” Elsa Labouret dibêje ku ev doz xaleke wergêr e di têkoşîna femînîst de. Labouret dibêje, “Helwesta Gisèle pir bi rûmet e. Ew şermê red dike, ji ber ku yên ku tecawizî wê kirine û dane kirin divê vî barî hilgirin” û diyar kir ku yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya dengbildana qurbaniyan şerm e.

Dominique Pélicot

Zordariya kîmyewî û encamên wê

Pispor dibêjin ku delîlên ku di dozê de hatine pêşkêşkirin bi zelalî nîşan didin ku qurbanî hatiye îstîsmarkirin. Pispor diyar dikin ku zordariya kîmyewî bi gelemperî li malê pêk tê û êrîşkar bi bikaranîna dermanên bi reçete şopên fîzîkî nahêlin.

Helwestê Dominique Pélicot

Dominique Pélicot (mêrê Gisèle) dê roja 9’ê Îlona 2024’an li dadgeha Avignon’ê îfade bida, lê ji ber ku got nexweş e, beşdarî dozê nebû. Îfadeya wî hat paşxistin bo 11’ê Îlonê, lê wî dîsa jî îfade neda.

Dadgehê heya niha guhdariya pisporên psîkiyatriyê kir, ku eşkere kirin ku wî bi salan xwe normal nîşan dabe jî ev yek sexte bû.

Psîkolog Marianne Douteau diyar kir ku karakterê Pélicot ê “bi hêrs” di nav malbatê de “tirs, derew û raz” afirandine. Wê got ku tevgerên wî yên cinsî, li ber çavên civakê asayî, lê bi dizî obsesîf bûn.

Psîkologeke din wî wek “mirovekî durû” bi nav kir, ku ji derve wek bavekî malbatê yê birêz xuya dike, lê di rastiyê de sapkîniyên cinsî vedişêre. Psîkiyatristekî jî got ku Gisèle ji aliyê mêrê xwe ve wek “tam” hatiye bikaranîn û diyar kir ku meyla Pélicot a sûc kirin “bilind” e.

Dosyaya sûcên yê Dominique Pélicot

Niha, karaktera sexte yê Dominique Pélicot a ku wî bi salan domandiye, hildiweşe.

Piştî girtina wî ya di sala 2020’an de, ew bi du sûcên din jî hat girêdan: Tecawiz û kuştina Sophie Narme ya 23 salî li Parîsê di sala 1991’ê de û hewldana tecawizêk dîn di sala 1999’an de.

    Ji ber ku her du qurbanî jî bi eterê hatibûn bêhişkirin, tê fikirîn ku dibe Dominique bi van her du bûyeran re têkildar be.

    Bandora li ser malbatê

    Pélicot di sala 1971’ê de hev nas kirin. Du sal şûnde zewicîn û sê zarokên wan çêbûn.

    Caroline, keça wan, li ser komputera bavê xwe wêneyên xwe yên ne guncaw jî dîtin. Li ser vê yekê, Caroline komelekek ava kir ji bo têkoşîna li dijî zordariya kîmyewî.

    Ji bilî van, Dominique wêneyên tazî yên bûkên xwe yên ku di banyoyê de kişandibûn jî li înternetê bar kirin.

    Dawiya dirêj

    Sûcên ku Pélicot kirine cara yekem di sala 2020’an de dema ku li supermarketekê wêneyên binê kirasê jinan kişand, derketin holê.

    Polîsên ku dest bi lêpirsînê kirin, hîn bûn ku Pélicot di sala 2010’an de jî ji ber kişandina dizî ya wêneyên binê kirasê cezayeke sivik a diravî standiye.

    Ji sala 2011’an ve, wî dest pê kir bedena jina xwe ya ku bi madeyên kîmyewî bêhiş dikir, li ser malperekê internetê ya ne qanûnî pêşkêş bike.

    Gisèle got ku ew ji bûyeran bêagah bû, lê çend caran şiyar bûye û pê hesiyaye ku mêrê wê destdirêjî wê dike.

    Mêrê wê, madeyên kîmyewî yên ku ji bo bêhişkirina Gisèle bi kar dianî, di garajê mala xwe de, di nav solekê de vedişart.

    Raya giştî ya Fransayê bi nêzîkî li benda biryara ku ji vê doza sembolîk derkeve ye.

    Bize destek olun

    Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

    Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.