Baroya Amedê derbarê kuştina Narîn Guran de daxuyaniyê da: “Di lêpirsînê de gelek kêmasî hene”

Baroya Amedê dibêje di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de gelek kêmasî hene. Serokê Baroyê Nahit Eren got, “Ji malbatê gûmanbarî dereng hat kirin… Li ser lingê Narîn ê qetiyayî goşt nemabû.”

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren li ser Narîn Guran a 8 salî civînek çapemeniyê li dar xist. Narîn piştî 19 rojan ji windabûna xwe, di nav çewalekî de li ber çemê mirî hatibû dîtin. Eren bal kişand ser kêmasiyên di lêpirsînê de û got ku gelek xal hene ku divê bên zelalkirin.

Eren got ku lêpirsîn nêzî eşkerekirina sûcdaran e, lê rexne li pêvajoyê kir. Wî got malbatê agahiyên şaş derbarê dema windabûna Narîn de dane û ev yek ketiye nav raporên fermî. Eren diyar kir diviyabû ji her malê nimûne bihata girtin lê ev yek dereng maye.

Serokê Baroyê destnîşan kir ku divê îfadeya amê Narîn, Salim Guran, ji nû ve were girtin. Wî got niha hemû îfade li hev nakin û ev yek lêpirsînê zehmet dike. Eren herwiha eşkere kir ku dema laşê Narîn hatiye dîtin, lingekî wê bi temamî qetiyabû û li ser goşt nemabû. Ev yek pirsên nû derxistiye holê.

Eren ragihand ku wan serî li lêpirsînê dane da ku bibin aliyê gilîkar. Wî got, “Ji ber ku hemû endamên malbatê di vê lêpirsînê de di rewşa gûmanbar de ne û girtî ne, ew nikarin bibin aliyê gilîkar. Ji ber vê yekê, me daxwaz kir ku em bi awayekî fermî bibin aliyê gilîkar ê lêpirsînê.”

Ji civîna çapemeniyê ya Serokê Baroya Amedê Nahit Eren hin xalên din ên girîng:

Serokê Baroyê nerazîbûna xwe li hember belavkirina rûpel bi rûpel a îfadeyan di dema lêpirsînê de nîşan da. Wî got ku ev yek dê di pêvajoyê de alîkariya sûcdaran bike û divê ev kar neyê kirin.

Nahit Eren bîr anî ku di roja heştemîn a lêgerînê de ji nav endamên malbatê yekemîn binçavkirin pêk hatiye. Wî got ku Enes Guran ê birayê Narîn hatiye binçavkirin û paşê hatiye berdan. Eren rexne li awayê birêvebirina lêpirsînê kir û got ku destûr hatiye dayîn ku endamên malbatê pêvajoyê bi şaşî bidin nîşandan.

Eren herwiha got ku hîn gelek rapor tên pêşbînîkirin û divê hemû alî li benda van encaman bin. Wî bang li rayedaran kir ku bi baldarî tevbigerin û hemû aliyên bûyerê vekolînin.

Çavkanî: CEGA

Bize destek olun

Medyascope sizlerin sayesinde bağımsızlığını koruyor, sizlerin desteğiyle 50’den fazla çalışanı ile, Türkiye ve dünyada olup bitenleri sizlere aktarabiliyor. 

Bilgiye erişim ücretsiz olmalı. Bilgiye erişim eşit olmalı. Haberlerimiz herkese ulaşmalı. Bu yüzden bugün, Medyascope’a destek olmak için doğru zaman. İster az ister çok, her katkınız bizim için çok değerli. Bize destek olun, sizinle güçlenelim.